Egitim 8
DERSA HE?TEMÎN
Silavdayîn. Tu bi xêrê hatî? Fermo, derbasî ser sifrê bibe. Her hebe! Nox?îcan be!
Rêziman: Alfabeya kurdî, tîp, kîte, peyv

- Tu bi xêrê hatî?
Ø Xêra xwedê li te be.
Ø Di nava xêrê de bî.
Ø Xêredar bî.
o Hûn ji ku tên?
Ø Em ji malê tên.
o Hûn bi çi hatin?
Ø Em bi peyatî hatin.
o Hûn kengî ji malê derketin?
Ø Ev saetek heye.
o Hûn saet çendê ji malê derketin?
Ø Saet dehê.
o Zarok çawa ne?
Ø Ba? in. Destê we radimîsin.
o We çima zarok bi xwe re neanîn?
Ø Mamosta karê malê dabû wan; ji ber vê, nikarîbûn bihatana.

v Hûn ser seran û ser çavan hatin.
* Ser û çavê we her sax bin.
v Dîsa werin.
*Ser çavan. Ku derfeta me çêbû, emê werin.
Wê çavê me li rêka we be; hûn jî carekê werin.
v Ser çavan. Çawa me derfet dît, em tên.
*Ji bo xwarinê spas dikim; gelekî xwe? bû.
v Spas xwe?. Her dem werin, ez her dem çêkim.
* Dê bi xatirê we. Bimînin di nava xêr û xwe?iyê de.
v Oxir be. Silavan li zarokan bikin.
*Ser çavan. ?ev ba?.
v ?ev ba?.
Li gorî van saetan demên rojê binivîsînin:
Saet :06 00 ……………………………….
Saet :12.00 ……………………………….
Saet : 15.00 ………………………………
Saet.: 19.00 ………………………………
Saet : 21.00 ……………………………..
DERSA YEKEMÎN
01- 08 Mijdar. 2008 ?emî
Xwe nasandin bide. Navê te çi ye? Tu çi karî dikî? Tu ji ku yî? Tu çend salî yî? Rew?a te çi ye?
Rêziman: Cînavkên kesanî
CÎNAVKÊN KESANÎ
Kesê yekem ê kit/Kesa yekem a kit: Ez ich
Kesê duwem ê kit/Kesa duwem a kit: Tu du
Kesê sêyem ê kit/Kesa sêyem a kit: Ew er, sie, es
Kesên yekem ên kom: Em wir
Kesên duwem ên kom: Hûn ihr
Kesên sêyem ên kom: Ew sie
Di zimanê kurdî zaravayê kurmancî de hinek lêker hene ku di dema borî de nayên ki?andin û bi vê sedemê cînavkên kesanî didin guherandin.
Mînak; kirin, xwarin, dîtin, ?u?tin, anîn, birin, birîn, ?andin û hemû lêkerên bi andin bi dawî dibin.
Ji vana re dibêjin, lêkerin bireserê digrin. Yanî lêker bi bireserekê /pev ve tê ser ziman. Di rew?ên wiha de mirov ji lêkerê pirsa `Çi`, `Kê` dipirse. Ger hevok bersivê bide, ew lêker bireserê digre. Ger lêker bersivê nede, ew lêker bireserê nagre.
Ez hatim.
Çi?
Ez hatim.
Min xwar.
Çi? (Te çi xwar?)
Min sêvek xwar.
Min dît?
Kê? (Kê kî dît?)
Min ew dît.
Ew çû.
Çi?
Ew çû.
Min kir.
Çi? (Te çi kir?)
Min kar kir.
Wekî tê dîtin; dema hevok bi Ez, Ew destpê dike, mirov nikare jê bipirse; `Çi çû?` ji ber kû bersiva wê ji xwe di kireyê de ango di cînavkê de hatiye dayîn.
Lê dema mirov dibêje; Min xwar. tê de bireserek ve?artî heye. Em dikarin bipirsin; `Te çi xwar?` û wê kirde ango cînavk bersiva me bikaribe bide, bêje: `Min sêvek xwar.`
Ez ich Min mir
Tu du Te dir
Ew er, Es, sie Wî ihm
Wê ihr
Em wir Me uns
Hûn ihr We euch
Ew sie Wan ihnen
Ez ji ser darê ketim.
Tu ji ser darê ketî.
Ew ji ser darê ket.
Em ji ser darê ketin.
Hûn ji ser darê ketin.
Ew ji ser darê ketin.
Min sêvek xwar.
Te nanek xwar.
Wî hirmiyek xwar.
Wê hêkek xwar.
Me xwarin xwar.
We ?îv xwar.
Wan ta?tê li hew?ê xwar.
Di zimanê kurdî zaravayê kurmancî de kirde di serê hevokê de cih digre. Hevokek ji kirde û lêkerekê pêk tê. Di hevokê de dibe ku kirde ve?artî be. Lê hevok ti carî bê lêker nikare were sazkirin. Kirde her dem di hundirê lêkerê de dikare were dîtin.
Ez ji ser darê ketim.
Ez ketim.
Ketim.
Ew ji ser ban daket.
Ew daket.
Daket.
Min par garis çand.
Min garis çand.
Min çand.
Wek di van mînakan de tê dîtin. Dema hevok bi lêkerên bireserê digrin were sazkirin, pêwîst e kirdeya wê diyar be. Mînak; hevoka `Min çand.` ku wekî `çand` were nivîsandin, ti wateyê nade. Lê hevoka `Ew daket.` ku wekî `daket` were nivîsandin, mirov bi hêsanî têdigihêje ku kesê/a sêyem a/ê kit daketiye.
DERSA HE?TEMÎN
Rêziman: Alfabeya kurdî, tîp, kîte, peyv
Ji nî?aneyên dengan bi me didin nasîn re tîp tê gotin.
Alfabeya Kurdî / Kurdish Alphabet
Aa, Bb, Cc, Çç, Dd, Ee, Êê, Ff, Gg, Hh, Xx, Ii, Îî, Jj, Kk, Qq, Ll, Mm, Nn, Oo, Pp, Rr, Ss, ??, Tt, Uu, Ûû, Vv, Ww, Yy, Zz
31 tîpên kurdî hene.
8 tîp dengdêr in. (dengdêr = bi deng)
Aa, Ee, Êê, Ii, Îî, Oo, Uu, Ûû
23 tîpên dengdar hene. (dengdar= bê deng)
Bb Cc Çç Dd Ff Gg Hh Xx Jj Kk
Qq Ll Mm Nn Pp Rr Ss ?? Tt Vv Ww Yy Zz
01- Aa Agir ( das Feuer)
02- Bb Bizin (die Ziege)
03- Cc Cawbir (die Schere)
04- Çç Çav (das Auge)
05- Dd Dest (die Hand)
06- Ee Ewr (die Wolke)
07- Êê Êzing (das Brennholz)
08- Ff Firoke (das Flugzeug)
09- Gg Gulberoj (die Sonnenblume)
10- Hh Hêlîn ( das Nest)
11- Xx Xox ( der Pfirsich)
12- ?i ---
13- Îî Îsot (der Pfeffer)
14- Jj Jinemal ( die Hausfrau)
15- Kk Kîvro?k ( der Hase)
16- Qq Qeresî (die Kirsche)
17- Ll Lênûs (das Heft)
18- Mm Masî (der Fisch)
19- Nn Neft (das Petroleum)
20- Oo Ol (die Religion)
21- Pp Pênûs (der Stift)
22- Rr Rê (der Weg)
23- Ss Sivorî (das Eichhörnchen)
24- ?? ?û?e (die Flasche)
25- Tt Teyr (der Vogel)
26- Uu ---
27- Ûû Û
28- Vv Vekirî (offen)R
29- Ww Werdek (die Ente)
30- Yy Yek (1) ( die Eins)
31- Zz Zebe? ( die Wassermelone)
Peyvên kurdî bi tîpa Ii, û bi tîpa Uu destpê nakin. Ger hinek peyv bi van tîpan destpê bikin, ew ji zimanekî biyanî hatine nav zimanê kurdî.
Kîte : Ji be?ê herî biçûk ê peyvê re `kîte` tê gotin. Kîte tên cem hev peyvan saz dikin. Kîte bi tena serê xwe dibe ku ne xwediyê wateyekê be, lê dema tên cem hev û peyvê saz dikin wê demê watedar dibin. Bi vê sedemê dema mirov peyvekê bilêv bike, divê ne bi awayekî rasthatinî, li gorî kîteyan bilêv bike.
Serxwebûn : ji sê kîteyan pêk hatiye. Ser/xwe/bûn.
Deshilatdarî :des/hi/lat/da/rî
Birîndar : bi/rîn/dar/
Ke?tî : ke?/tî
Êvar : ê/var
Dibistan :di/bis/tan
Kîteyên di zimanê kurdî de, ji yek tîpê heta pênc tîpan dikarin werin sazkirin.
a/gir, û, ê/var, ê/zing, o/de, a/dar, a/xîn kîteyên bi tîpekê
av/zê, ez/man, az/mûn, we/lat, da/yîk, bi/ra, av. kîteyên bi du tîpan.
Ser/sal, sêl, sêv, kêr, kar/bi/dest, kar/geh, Kur/dis/tan kîteyên bi sê tîpan
Dest, reng, deng, a/heng, ho/?eng, zi/ving, ku/lîlk, kîteyên bi çar tîpan
?keft, stêrk, stran, skrat, kîteyên bi pênc tîpan.
Kîte dikare ji tîpek dengdêr ango ji tîpek dengdêr û çend tîpên dengdar pêk werin, lêbelê kîte ji tîpên dengdar tenê pêk nayên; divê di nava kîteyê de her tîpek dengdêr hebe.
Peyv : Ji rêzetîpên watedar re peyv tê gotin. Her peyv divê xwediyê wateyekê be. Ger rêzetîpek bê wate be, ew nabe peyv.
Navên mirovan, navên ajalan, navên ?înatiyan, navên hebûnan, navên heyîneyan, navê hestan, navê ramanan, navê daxwazan, navên hêviyan, navên xeyalan tev her yek peyvek in. peyv bi kêrî axaftinê tên. Mirov bi rêka peyvan dikare ramana xwe û hestên xwe bîne ser ziman, kar, xebat û xwesteka xwe vebêje. Peyv di hi?ê mirov de wekî xezîneyekê cih digrin. Xezîneya peyvan a kesekî çiqasî dewlemend be ewqasî dikare wî zimanî bi hêsanî bîne ser ziman. Ji bo vê divê mirov peyvan rast, durist, li gorî wateya wan û gelek peyvan zanibe.
DERSA SÊYEMÎN
03- 22 Mijdar 2008 ?emî
Kirîn, bazarkirin, daxwazkirin, pirsîn
Rêziman: sazkirina hevoka hêsan
Di zimanê kurdî de, hevoka hêsan ji lêkerek û kirdeyekê pêk tê.
Lêker : Di hevokê de peyva çalakî, bûyer, liv û tevgerê diyar dike lêker e. hevokek bê lêkerê nikare saz bibe. Lêker dema di hevokê de tê bicihkirin dibe pêveber.
Kirde: Di hevokê de, çalakî, bûyer, liv û tevgera di lêkerê de heye, ji aliyê kirdeyê ve tê kirin.
Kirde dikare navek be, dikare cînavek be, dikare diyar be û dikare ve?artî be. Lê dema ve?artî be jî ew xwe di pêveberê de diyar dike. Dema mirov ji pêveberê pirsa `Kî?` ango `Çi?` bike, bersiva were dayîn `Kirde`yê derdixe holê.
Ez Çûm., Ez hatim., Ez diç
