Egitim 3
NASKIRINA NAVÊ BAJAR û WELATAN
Rêziman: Navê bajar, welat û Parzemînan her dem bi tîpa girdek (girs/mezin) destpê dike.
Amed, Dêrsim, Meledî, Dîlok, Qers, Serhed, Ruha, Mahabad, Sinê, Urmiye, Silêmanî, Dihok, Hewlêr, Zaxo, Efrîn, Dêrik, Qami?lo
Kurdistan, Tirkiye, Sûriye, Iraq, Îran, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Rûsya, Frensa, Swîsre, Swêd, Yewnan,
Asya, Ewropa, Afrîka, Bakurê Amerîka, Ba?ûrê Amerîka, Awustralya,
Ev welatên li jêre li ser kîjan parzemînê cih digrin, ji kerema xwe re binivîsînin:
Arjantîn, Awustralya, Brezîlya, ?îlî, Çîn, Hîndistan, Endonezya, Îtalya, Spanya, Japonya, Kanada, Kenya, Holanda, Swîsre, Kurdistan, Afganistan, Vîetnam, D.Y.A.
SIHBET
Silav bira. Tu ji ku derê tê?
Ez ji Holandayê têm.
Ma tu Holandî yî?
Na, Ez Alman im. Tu ji ku yî?
Ez ji Kurdistanê me?
Kurdistan?
Belê.
Ew li ku ye?
Li Rojhilata Navîn e?
Rojhilata Navîn? Li parzemîna Asyayê ye?
Belê. Te rast got.
Tê biçî ku derê?
Ezê biçim Stenbolê.
Stenbol? Ew li ku derê ye?
Ew di navbera parzemîna Asya û Ewropayê de ye?
Ya! Balkê? e.
Belê, bi behrê ji hev vediqete.
Ba? e, ez jî carekê biçim û bibînim.
Navê van welatên li jêrê temam bikin, ji kerema xwe re:
Ka.....da., Îsp........, ......mer......a, Sw........e, S.....d, ......et.....m, Ti......ye, .......aq, rdist......, Alm........., Yew........, .........ûsy.......,
Pirsa van bersivan binivîsînin, ji kerema xwe re?
Ehmed diçe Stenbolê. ................... ...................... ................. ..............?
Ez diçim Kurdistanê. .............. ...................... ..................... .............?
?ore? ji Almanyayê tê. ................ ............... ............. ................ ............?
Ez li Dîlokê rûdinêm. .............. .................. ..................... ............... ...............?
Dilok li Kurdistanê ye. ............... ............. ................ ................. ..........?
XWENDIN
Mihemedê Silêman ji Mêrdînê ye.
Ew li Amedê rûdinê. Ew karker e. Ev deh sal in ji gundê xwe derketiye.Xaltîka Sêvê ji Ruhayê ye. Ew li Wêran?erê rûdinê. Wêran?er navçeyek Ruhayê ye. Ew jinemalek e. Ew karê malê dike.
Memed Demîr li Stenbolê rûdinê. Ew ji Dêrsimê ye. Li wê derê diçe dibistanê. Li ser netê, tev li qursa zimanê kurdî jî dibe.
Fatma Karadag ji Çewlîgê ye.
Ew sîh salî ye. Ew mamosteya dibistana seretayî ye. Niha li Balikesîra Tirkiyê mamostehiyê dike.Van pirsan bibersivînin, ji kerema xwe re:
1 - Xaltîka Sêvê li ku derê rûdinê?
2 - Sêvê çi karî dike? ...........................................................
3 - Fatma Karadag li ku derê, çi karî dike?......................................................................
4 - Mihemedê Silêman çi karî dike? Ew ji ku derê ye?........................................................
5 - Mihemed çend sal in koçber bûye?.................................................................................
Serkeftin
