Egitim 4
BERSIVDAYÎNA PIRSAN BI PEYVA `ERÊ` Û `NA`
Ma, tu ji Wanê yî?
Belê/Erê, ez ji Wanê me.Na, ez ne ji Wanê me.
Ma tu diçî Amedê? Erê, ez diçim Amedê.
Na, ez naçim Amedê.Ma tu dikarî ji yekê heta dehan bijmêrî?
Belê, ez dikarim/ bijmêrim.
Keremke, bijmêre:
Yek, du sê, ........, pênc, ?e?, ......deh.
Ma te xwarin xwariye? Erê, min xwarin xwariye.
Na, min xwarin nexwariye.
Ma tu çûyî dibistanê? Erê, ez du salan çûm dibistanê.
Na, ez qet neçûme dibistanê.
Ma ew xwendekar e? Erê, ew xwendekar e.
Na, ew ne xwendekar e.
Ma ev sêv sor e? Belê, ew sêv sor e.
Na, ew sêv ne sor e. Ew zer e.
Rêziman: Lêkera alîkar `bûn` di hevokên navdêrî û rengdêrî de cuda tê ji pêveberê cuda tê nivîsandin.
Ma ew mamoste ye? Di vê hevokê de, pêveber `ye` cuda tê nivîsandin.
Ma sêv sor e? Di vê hevokê de, pêveber `e` cuda tê nivîsandin.
Em lêkera alîkar `bûn` di dema niha de bi cînavên kesanî re biki?înin.
Ez xwendekar im.
Tu xwendekar î.
Ew xwendekar e.
Em xwendekar in.
Hûn xwendekar in.
Ew xwendekar in.
Van hevokên li jêrê temam bikin.
1 – Xwendekar kurekî delal ....... .
2 – Em xwendekar ........ .
3 - Kî xwendekar ........ .?
4 - ...... mamosta .ne.
5 - ...... keçek jîr ...... .
Lêkera bûn, di dema niha de wekî, `im`, `î`, `e`, `in` guhertinê dijî, lê di dema derbasbûyî de wekî xwe dimîne. Dîsa ji navdêrê cuda tê nivîsandin.
Ez xwendekar bûm.
Tu xwendekarbûyî.
Ew xwendekar bû.
Em xwendekar bûn.
Hûn xwendekar bûn. Ew xwendekar bûn.
Bersiva van hevokên li jêrê binivîsînin.
1 – Ma ew jinek e? .................................................................... .
2 – Ma hûn porzer in? .....................................................................
3 - Ma Fatimê çav?în e? ...................................................................... .
4 – Ma we dersa xwe çêkir? ...................................................................... .
5 – Ma ez ne bi we re me? ...................................................................... .
6 – Ma tu ne li mala me bûyî? ...................................................................... .
Di zimanê kurdî de dema hevok ne hevokek navdêrî û rengdêrî be, wê demê `lêkera alîkar- bûn` divê pê ve were nivîsandin.
Ez dime?im. (hevokek lêkerî ye; ji ber ku pêvebera wê `me?` ji lêkera me?în tê.)
Tu dime?î.
Ew dime?e.
Em dime?in.
Hûn dime?in.
Ew dime?in.
Di kîja hevokê de lêkera alîkar divê cuda be, di kîjanê de divê bi hev ve be, awayê rast binivîsînin.
1 – Birayê min li dibistan êye. ..................................................................... .
2- Xaltîka te çû ye sûk ê. ..................................................................... .
3 – Pisîk li ser banê xênî di me? e. ..................................................................... .
4 – Dayika Sêvê bi kê re diaxiv e? ..................................................................... .
Serkeftin.
